Macronê bêedeb û bêar li hember Îslamê şer da destpêkirin

Sûretên ku ji teref kovara Charlîe Hebdo ve hatin amadekirin û tê de qaşo Pêxemberê me Hz. Muhammed(silavên Xweda li ser be) tê karîkaturîzekirin, doh êvarî li bajarên Montpellîer û Touloseya Fransayê di avahîyên dewletê de hatin weşandin.

Ekleme: 24.10.2020 08:15:06 / Güncelleme: 24.10.2020 08:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Macronê Serokomarê Fransayê berî niha bi daxuyanîya ku xwe ya qustax destnîşan kiribû ew ê dev ji karîkaturîzekirinan bernedin vê carê gavekî pêşdetir çû û wan sûretên ku pê heqaret li Hz. Muhammed tên kirin di avahîyên dewletê da nîşan da.

Macronê ku li dijî Îslamê bi şikleke eşkere şer daye destpêkirin û dijmintîya Îslamê dike û destekê dide wan kesên ku heqaret li Îslamê dike, van tiştên ku tên kirin bi navê “azadîyê” bi nav dike.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê jî wek Macron bêedebî û kustaxîyan dike

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê ji ber ku li Fransayê di dezgehan de tiştên helal tên firotin kêfxweş nabe û aciz dibe. Dîsa heman wezîr dibêje ew ê karîkaturên rezîl ên Charlîe Hebdo dibe ku li mekteban ji xwendekaran re bên belavkirin û di kitêban de bên weşandin.(ÎLKHA)