Amerîka ji ber îhtîmala êrîşê fealîyetên sefaretên xwe yên li Tirkîyê da rawestandin

Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew karên wîzeyê yên li seferatên xwe yên li Edene, Stenbol û Enqerê ji ber îhtîmala êrîşê dane rawestandin.

Ekleme: 23.10.2020 16:09:44 / Güncelleme: 23.10.2020 16:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Balyozxaneya Amerîka ya li Enqerê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin; fealîyet ji ber îhtîmala êrîşa ku dibe li hember welatîyên Amerîka û welatên din bê kirin hatin rawestandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; divê welatîyên Amerîka û yên welatên din haya xwe ji xwe bikin û bi dîqqet bin.(ÎLKHA)