232 koçberên ku ber bi mirinê ve hatin avêtin hatin rizgarkirin

Li navçeyên Marmarîs, Bodrum û Datçaya Muglayê 232 koçberên ku ji teref Yunanistanê ve hatin vegerandin sînora Tirkîyê û di behrê de mahsûr man hatin rizgarkirin.

Ekleme: 23.10.2020 07:55:15 / Güncelleme: 23.10.2020 07:55:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlahîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li navçeyên Marmarîs, Bodrum û Datçaya Muglayê 232 koçberên ku ji teref Yunanistanê ve hatin vegerandin sînora Tirkîyê û di behrê de mahsûr man hatin rizgarkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin koçberên ku hatin rizgarkirin ji Midûrtîya Îdareya Koçê ya Bajar re hatin teslîmkirin.(ÎLKHA)