Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 31 milyon û 187 hezarî

​Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 31 milyon û 187 hezar û 227 kesî.

Ekleme: 23.10.2020 07:20:15 / Güncelleme: 23.10.2020 07:20:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar  6 milyon û  984  hezar û  497  kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 142 hezar û 744 kesî  û hejmara kesên pêketî jî derket 41 milyon û 994  hezar û 434  kesan.(ÎLKHA)