Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 30 milyon û 629 hezarî

​Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 30 milyon û 629 hezar û 117 kesî.

Ekleme: 21.10.2020 08:45:16 / Güncelleme: 21.10.2020 08:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar  6 milyon û  795  hezar û  103  kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 129 hezar û 591 kesî  û hejmara kesên pêketî jî derket 41 milyon û 42  hezar û 920  kesan.(ÎLKHA)