Li Bahreynê li dijî peymanên ku bi siyonîstan re hatin îmzekirin xwepêşan hat lidarxistin

Piştî lihevkirina ku bi siyonistên îşxalker re hat kirin re gelê Bahreynê li Manamaya peytexta Bahreynê daket kolanan û lihevkirin û peymana ku hat kirin protesto kir.

Ekleme: 19.10.2020 11:25:18 / Güncelleme: 19.10.2020 11:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Xwepêşan di dema ziyareta ku ji teref heyeta siyonist ve hat kirin de hat lidarxistin û di xwepêşanan de hat destnîşankirin “Asayîbûn îxanet e, xelkê binpêkirin e.”

Bahreynîyên ku daketin kolanan her wisa qerarên rejîma Al-Xalîfe protesto kirin û pankartên ku li ser nivîsên mîna “Peymanên ku bi siyonistan re hatine kirin nederbasdar in. Siyonistên îşxalker! Ji axên me derkevin.”(ÎLKHA)