Mesûd Barzanî rûdana gundê Ferhatiye şermezar kir

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê û Serokê Partîya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî derheqê revandin û kuştina çend sîwîlan a ji teref kesên nenas ve de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 19.10.2020 09:25:18 / Güncelleme: 19.10.2020 09:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir; ew vê bûyerê bi tundî şermezar dike. Barzanî dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Gelek bi tundî rûdana kuştin û bêseruşûnkirina hejmarek welatiyên gundê Ferhatiye ya parêzgeha Selahedîn şermezar dikîn.Ji bilî wê yekê serxweşî û hevxemiya xwe ji bo kesukarên qurbaniyên vê rûdanê derdibrîn, tekez jî li wê yekê dikîn ku bi navê pêkanîna aramî û parastina jiyana welatiyan pêwîste Hikûmeta Iraq û aliyên peywendîdar û aliyên siyasî bi hemahengî li gel hevdû tixûbek ji bo van cûre tawanan deynin.”(ÎLKHA)