Piştî 7 mehan li Kabê nimêjên bi cemaat cardin dest pê kirin

Ji ber şoba Coronavîrusê ev bû 7 meh ku li Kabê îbadet nedihat kirin ku ev yek bi dawî bû û nimêj û îbadetên girseyî cardin dest pê kirin.

Ekleme: 19.10.2020 08:50:20 / Güncelleme: 19.10.2020 08:50:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên Siûdî derbarê mijarê de berî niha biryarek dabû  da ku îbadet cardin li Kabê dest pê bikin. Li gorî biryara ku hatiye dayîn ew ê welatîyên qraltîyê, welatîyên ku ji bo demekê hatine welat û welatîyên welatên din dê karibin li Mescîda Haram nimêja bi cemaat bikin.

Piştî qerara ku hat dayîn re Mislimanên ku ev bû 7 meh ji Kabê dûr ketibûn nimêjên xwe bi cemaat kirin û wezîfeya xwe ya umrê bi cî anîn.

Li Erebistana Siûd ji ber Coronavîrusê heta niha 5 hezar û 165 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)