Li Nîjeryayê hejmara kesên ku ji ber lehîyê mirin derket 185 kesî

Li Nîjeryayê ji ber lehîyê di nav meheke dawî de 185 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.10.2020 10:15:06 / Güncelleme: 17.10.2020 10:15:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Nîjeryayê ev bû mehek ku baran tesîra xwe didomîne û dibe sedema lehîyê. Tê diyarkirin ji ber lehîyên ku rabûn heta niha 185 kes canê xwe ji dest dan û bi hezaran donim erd di bin avê de man, gelek mal xera bûn û gelek kes jî zirar dîtin.

Ji ber lehîyan gel şepirze û perîşan bûye û li benda alîkarîyê ye.(ÎLKHA)