Qeymeqamê nû yê Şingalê diyar bû

Piştî lihevkirina ku îna borî di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de hat kirin re qeymeqamê nû yê Şingalê hat diyarkirin.

Ekleme: 16.10.2020 12:09:47 / Güncelleme: 16.10.2020 12:09:47 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Îdrîs Zozanîyê Berpirsê Şingalê yê Partîya Demokrat a Kurdistanê yê ku ji K24an re axivî, derbarê mijarê de destnîşan kir; Xidir Reşoyê ku berî niha Midûrê Nahîyeya Sînunê bû  wek qeymeqamê nû yê Şingalê hatiye tayînkirin.

Tê diyarkirin di bergeha lihevkirina ku hat kirin de Reşo wek qeymeqam hat tayînkirin.(ÎLKHA)