WHO: Pêla duyemîn a Coronayê dibe ku bibe sedema gelek mirinan

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanê derbarê belavbûna Coronavîrusê de daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 15.10.2020 15:20:17 / Güncelleme: 15.10.2020 15:20:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, Coronavîrisa ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû dibe ku tesîra xwe ji nişka ve zêde bike û bibe sedema mirinên ne dihisabê de.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, ger hejmara pêketîyan ji nişka ve zêde bibin dibe ku hejmara mirîyan jî ji nişka ve zêde bibin.

Ji ber Coronavîrusê li tevahîya cîhanê heta niha milyonek û 96 hezar û 962 kes canê xwe ji dest dan.

 Mirinên ku ji ber Coronavîrusa ku li Wuhana Çînê derket holê û di demeke kurt de belavî temamê dinyayê bû pêk tên her ku diçin zêdetir dibin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 96 hezar û 962 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket  38  milyon  û  752 hezar û 973 kesan.

Mirinên herî zêde yên ji ber Coronavîrusê heta niha li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî daneyên dawî hejmara mirîyan li Amerîkayê derketiye li ser 221 hezar kesî.(ÎLKHA)