HRW: Êrîşên Rûsya û Sûrîyê yên li Îdlîbê sûcê şer in

Rêxistina Şopandina Mafên Însanan bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew êrîşên ku ji teref Rûsya û rejîma Sûrîyê ve li Îdlîbê tên kirin sûcê şer in.

Ekleme: 15.10.2020 13:45:15 / Güncelleme: 15.10.2020 13:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin; di êrîşên ku di navbera nîsana 2019an û Adara 2020an  de ji teref Sûrîye û Rûsyayê ve li Îdlîbê hatin kirin de bi sedan sîwîl hatin kuştin û milyonek û 400 hezar  însan jî ji cihê xwe bû.

Di raporta bi navê “Li Îdîbê Hedefgirtina Jiyanê” ya ku ji teref sazîyê ve hat belavkirin de hat destnîşankirin, di êrîşan de mekteb, nexweşxane, sûk û wargehên sîwîlan bi qestî tên hedefgirtin.(ÎLKHA)