Erdogan û Mîchel hevdîtin kirin

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Konseya Yektîya Ewrûpayê Charles Mîchel derheqê Behra Spî de hevdîtinek kirin.

Ekleme: 13.10.2020 11:05:31 / Güncelleme: 13.10.2020 11:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hevdîtin li ser telefonê hat kirin. Derbarê hevdîtina ku hat kirin de  ji teref Serokatîya Ragihandinê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di hevdîtina ku hat kirin de pêwendîyên du alî yên Tirkîye-Yekîtîya Ewrûpayê, geşedanên li Bejra Spî û geşedanên herêmî hatin nirxandin.

Di daxuyanîyê hat diyarkirin, Serokomar Erdogan di hevdîtinê de destnîşan kiriye digel niyeta baş a Tirkîyê Yunanistan li Behra Spî rageşîyê zêde dike û ji bo Konferansa Behra Spî ya ku Tirkîyê teklîfa wê daye bê tertîpkirin divê Yekîtîya Ewrûpayê gavên berbiçav bavêje.(ÎLKHA)