Otobusa rêwîyan û TIR lihev qelibîn

Li navçeya Sêwêreka Rihayê TIRek û otobuseke rêwîyan a ku tê de 40 kes hebû lihev qelibîn

Ekleme: 13.10.2020 10:09:39 / Güncelleme: 13.10.2020 10:09:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Sêwêrekê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa rêwîyan a plaqeya 21 AAK a  ku ji Diyarbekirê ber bi Stenbolê diçû û TIRa bi plaqeya 34 VH 3944 a ku ji miqabil dihat lihev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk  hat de kesek birîndar bû. Kesê birîndar bi ambûlansê hat rakirin nexweşxanê.

Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)