Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 38 milyon û 50 hezarî

​Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 13.10.2020 09:45:15 / Güncelleme: 13.10.2020 09:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  38 milyon û 50  hezar  û 78  kes bi vîrusê ketin û milyonek û 85 hezar û 493 kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta niha li Amerîkayê 8 milyon û 37 hezar û 789 kes bi vîrusê ketin.(ÎLKHA)