Neteweyên Yekbûyî: Dibe ku li Kenyayê îstîlayeke nû ya kulîyan dest pê bike

Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, dibe ku di meha mijdarê de li Kenyayê cara duyemîn îstîlaya kulîyan dest pê bike.

Ekleme: 12.10.2020 16:30:07 / Güncelleme: 12.10.2020 16:30:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di raporta bi navê “Bultena Kulîyên Çolê” ya ku ji teref Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: “Ji ber bayên ku ji alîyê Sitrêhê Afrîkayê radibin dibe ku ji alîyên Yemen, Etîyopya û Somalîyê cardin îstîlaya kulîyan dest pê bike.”

Îsal di serê salê de kulîyan Kenyayê îstîla kiribûn û zirareke mezin dabûn herêmên çandinîyê ku ji ber vê yekê însan bi xetereya birçîbûnê re rûbirû mabûn.(ÎLKHA)