Li Nîjeryayê hejmara kesên ku ji ber lehîyê mirin derket 131 kesî

Li Nîjeryayê ji ber lehîyê di nav meheke dawî de 131 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.10.2020 10:30:14 / Güncelleme: 12.10.2020 10:30:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Nîjeryayê ev bû mehek ku baran tesîra xwe didomîne û dibe sedema lehîyê. Tê diyarkirin ji ber lehîyên ku rabûn heta niha 131 kes canê xwe ji dest dan û bi hezaran donim erd di bin avê de man, gelek mal xera bûn û gelek kes jî zirar dîtin.

Ji ber lehîyan gel şepirze û perîşan bûye û li benda alîkarîyê ye.(ÎLKHA)