Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê bi telefonê axivîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Enerjî yê Amerîkayê Dan Brouillette îro peywendiyeke telefonî encam dan.

Ekleme: 10.10.2020 00:10:16 / Güncelleme: 10.10.2020 00:10:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di peywendiya telefonî de li ser pêşvebirina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê hat gotûbêjkirin, bi taybetî derfetên veberhênana kompaniyên Amerîkî di warê enerjiya Herêma Kurdistanê de bi cûreyekê ku di berjewendiya herdu aliyan de be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê spasiya piştevanî û alîkariya Amerîkayê kir ji bo Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî ji hemû aliyan ve.

Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêşwaziya pêşvebirina zêdetir a veberhênana Amerîkayê li Herêma Kurdistanê dike, bi taybetî di warê enerjî û gaza sirûştî de.(ÎLKHA)