Li Kirgizistanê hilbijartinên parlamentoyê hatin betalkirin

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Kirgizistanê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, hilbijartinên parlamentoyê hatin betalkirin.

Ekleme: 06.10.2020 15:20:16 / Güncelleme: 06.10.2020 15:20:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh li Kirgizistanê hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin, lê digel bidawîbûna hilbijartinan gel xwe berda kolanan  û hilbijartinan protesto kirin.

Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Kirgizistanê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, hilbijartinên parlamentoyê hatin betalkirin.

Serokê Dewleta Kirgizistanê Sooronbay Ceenbekov jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir: “Şeva borî hinek hêzên sîyasî hilbijartinan kirin hincet û xwestin îqtîdarê bi dest bixin.”

Di encama xwepêşanên ku hatin kirin de kesek mir û 590 kes jî birîndar bûn.(ÎLKHA)