Alîyev: “Fransa divê ji Azerbaycanê lêborînê bixwaze”

Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev ji daxuyanîya Serokomarê Fransayê re bertek nîşan da.

Ekleme: 05.10.2020 09:09:34 / Güncelleme: 05.10.2020 09:09:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron di daxuyanîya ku belav kiribû de destnîşan kiribû, şervan ji Sûrîyê tên Azerbaycanê da ku beşdarî şerê li Qarabaxê bibin.

Ji ber vê daxuyanîyê Alîyev destnîşan kir: “Di nav me de leşkerên bi pere tune ne. Artêşa me ya ku ji 100 hezar leşkerî pêk tê heye. Divê Fransa ji ber daxuyanîya xwe ji Azerbaycanê lêborîna xwe bixwaze.”(ÎLKHA)