2 mûşek îsabetî herêma nêzî Balafirgeha Bexdayê kirin

Li Bexadaya paytexta Iraqê 2 mûşekên ku hatin avêtin îsabetî nêzî balafirgehê kirin.

05.10.2020 08:55:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber avêtina mûşekan tiştek bi serê tu kesî nehat. Piştî avêtina mûşekan li Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê sîren lê xistin.

Amerîka berî niha bi daxuyanîya ku belav kiribû hişyarî li Bexdayê kiribû da ku pêşîya êrîşan bê girtin; heke na ew ê balyozxaneya xwe bigirin.(ÎLKHA)