Li Misirê zilm û wehşeta darbekeran berdewam dike: 13 mahkûmên din jî hatin îdamkirin

Teşkîlata Birayên Misliman a Misirê destnîşan kir, li welêt 13 mahkûmên din ên siyasî hatin îdamkirin.

Ekleme: 05.10.2020 08:15:15 / Güncelleme: 05.10.2020 08:15:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Birêveberîya darbê û zilmê ji nasên  kesên ku hatin îdamkirin xwest ku cenazayên nasên xwe ji mirîxaneya Nexweşxaneya Zînhumê bigirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin navên kesên ku hatine îdamkirin wisa ye: Ahmed Muhammed eş-Şahid, Yasir Ahmed Hudayr, Abdullah es-Seyyid, Cemal Zeki Abdurrahim, İslam Şaban Şehate, Muhammed Ahmed Tevfik, Sad Abdurrauf Sad, Muhammed Sabır Nasr, Mahmud Sabır Nasr, Semir İbrahim Mustafa, Muhammed Adil el-Hamid, Said Yusuf Salih Ammar û Şehat Mustafa Ammar.

Berî vê 2 rojan 2 endamên Îxwanê yên ku di xwepêşanên li dijî darbê de hatibûn binçavkirin hatibûn şehîdkirin.

Rêxistin û sazîyên ku li ser navê maf û heq û hiqûqê însanan xeber dibin  li hember vê zilma ku li Misirê berdewam dike xwe ker û kor û lal dikin.(ÎLKHA)