Ziyaretên umrê ji nû ve dest pê kirin

Li Erebistana Siûd ziyaretên umrê yên ku berî vê 6 mehan ji ber Coronavîrusê hatibûn sekinandin ji nû ve dest pê kirin.

Ekleme: 04.10.2020 13:30:18 / Güncelleme: 04.10.2020 13:30:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Hec û Umrê yê Erebistana Siûd ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin;  ji bo ziyareta umrê rojane dê ji 6 hezar kesî re destûr bê dayîn.

Tê diyarkirin ew ê ji 15ê Cotmehê pêve ev hejmar dê derkeve 15 hezar kesî.(ÎLKHA)