Li Efxanistanê êrîş: 9 mirî

Li parêzgeha Helmenda Efxanistanê êrîş li xala kontrolê hat kirin, di encama êrîşa ku hat kirin de 5 jê leşker tevde 9 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 01.10.2020 11:40:15 / Güncelleme: 01.10.2020 11:40:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berdevkê Parêzgeha Helmand Omar Zwak derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Zwak di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; li herêma  Wazîr Mandaya girêdayê navçeya Nahrî Sarraj êrîş li xala kontrolê hat kirin. Di encama êrîşa ku hat kirin de 5 jê leşker 9 kes canê xwe ji dest dan û 3 leşker jî birîndar bûn.

Zwak di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, êrîş ji teref Talîban ve hatiye lidarxistin.(ÎLKHA)