Nêçîrvan Barzanî ji bo Mîrê Dewleta Kuweytê peyama sersaxîyê weşand

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo Şêx Sebah Al Ahmed Al Cabir Al Sebahê Mîrê Dewleta Kuweytê yê ku mir peyama sersaxîyê weşand.

Ekleme: 30.09.2020 12:05:17 / Güncelleme: 30.09.2020 12:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di peyama ku weşand de wisa got: “Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya xwedê jêrazî Şêx Sebah Al Ahmed Al Cabir Al Sebah Mîrê Dewleta Kuweytê gihîşt min, bi navê xwe û gelê Herêma Kurdistana Iraqê ve pirse û sersaxiya dostane li cenabê we û li rêya we jî li malbata we ya birêz û hemû gelê Kuweytê bira dikim. Ji Xwedayê mezin hêvîdarim Xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi behiştê şad bike, aramî û hedarê jî bi we bibexşê, asayîş û aramî û pêşketina dewletê û gelê Kuweytê jî her berdewam bê.”(ÎLKHA)