Doh Li Pîrmamê Serokê PDKê Mesûd Barzanî pêşwazî li Serokê Encûmena Dadweriyê ya Iraqê Fayîq Zêdan û şanda pê re kir.
Di hevdîtinê de Barzanî û şanda Iraqî rewşa siyasî û guhertin û pêşhatên dawî yên Iraqê nirxandin û ronahî xistin ser rewşa desthilata dadweriyê li Iraqê û peywendî û hemahengiya di navbera sazî û dezgehên dadweriyê yên Herêma Kurdistan û Iraqa Federal.
Di civînê de her wiha tekezî li ser rola desthilata dadweriyê di çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda de û bicîhanîna Destûrê Iraqê hat kirin.(ÎLKHA)