Azerbaycan: Di êrîşa Ermenîyan de 10 sîwîl canê xwe ji dest dan

Wezîrê Karên Derve yê Azerbaycanê destnîşan kir, di encama êrîşên Ermenîyan de heta niha 10 kesên sîwîl canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 29.09.2020 17:20:15 / Güncelleme: 29.09.2020 17:20:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezaretê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin, hêzên artêşa Ermenistanê di 27ê Îlonê de agribestê îhlal kir û dest bi êrîşan kir.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin: “Di encama êrîşên ku di navbera 27-29ê Îlonê de ji teref Ermenîyan ve hatin kirin de heta niha 10 welatîyên me yên sîwîl canê xwe ji dest dan û 30 welatîyên me jî birîndar bûn.”(ÎLKHA)