Nêçîrvan Barzanî pêşwazîya şandeke Tevgera Hîkme kir

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazîya şandeke Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya bi serokayetîya Şêx Hemîd Mele El Sa’dîyê Serokê Kongreya Giştî ya tevgerê kir.

Ekleme: 29.09.2020 14:50:15 / Güncelleme: 29.09.2020 14:50:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emnîyên dawî û hilbijartina pêşwext ya nû ya Iraqê û babeta dadgeha federalî û mekanîzma destnîşankirina endamên nû yên dadgehê, peywendî û kêşeyên Hewlêr – Bexda û guftûgoyên çareserkirina wan nirxandin.

Her du alî hevrebûn ku pêşhatên emniyên Iraqê û gefkirina li şandên dîplomasîyê, berjewendîya welat dixine metirsîyeke ciddî û derbaskirina kêşe û qeyranan pêwîstî bi karê hevbeş û hemahengiya di navbera aliyên Iraqiyan û ber çav girtina berjewendiyên welat heye.

Nêçîrvan Barzanî tekez li ser amadehî û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina tevahiya kêşeyên li gel Hikûmeta Federal, li ser bingeha destûrê kir û çareserkirina kêşeyên her du aliyan û tevahiya kêşeyên navxweyiyên Iraqê bi kilîla aramiya welat da zanîn.(ÎLKHA)