Li Efxanistanê hejmara kesên ku ji ber teqînê mirin derket 14 kesî

Li parêzgeha Daykundîya Efxanistanê di encama teqîna ku pêk hat de hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 14 kesî.

Ekleme: 29.09.2020 14:25:18 / Güncelleme: 29.09.2020 14:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir ê Efxanistanê  Tariq Aryen ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Aryen di daxuyanîya ku belav kir  de destnîşan kir; di encama teqîna ku pêk hat de 7 jê pîrek, 5 jê zarok tevde 14 kes canê xwe ji dest dan û 3 zarok jî birîndar bûn.

Hêj tu kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)