Barzanî: Em li dijî gefxwarinan destekê didin Kazimî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo girtina pêşîya tehdîdên ku Iraq bi wan re rûbirû maye ew destekê didin Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî.

Ekleme: 29.09.2020 13:25:18 / Güncelleme: 29.09.2020 13:25:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê û bi Wezîrê Parastinê yê Îtalyayê Lorenzo Guerînî re hevdîtinek kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de rewşa ewlehîya Iraqê, DAIŞ, gefên ku li ewlehîya Iraqê tên kirin hatin nirxandin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtina ku hat kirin de destnîşan kir; ji bo girtina pêşîya tehdîdên ku Iraq bi wan re rûbirû maye em destekê didin Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî û dû re wiha got: “Heta ku tehdîda DAIŞê bi temametî ji Iraqê bê paqijkirin divê her du teref hevkarîyê bikin.”(ÎLKHA)