Li Rihayê mînîbus qulibî: 6 jê zarok 7 kes birîndar bûn

Li navçeya Sêwereka Rihayê mînîbusek qeza kir, di encama qezaya ku pêk hat de 6 jê zarok tevde 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 28.09.2020 10:25:10 / Güncelleme: 28.09.2020 10:25:10 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser 25emîn kîlometreya Rêbeja Sêwerek-Semsûrê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin mînîbusa bi plaqeya 27 VZ 528 a ku ajokarê wê Adnan Bozak bû û ji Wanê ber bi Semsûrê ve diçû ji ber ku windakirina hakîmîyeta dîreksîyonê qulibî. Di encama qezaya ku pêk hat de 6 jê zarok tevde 7 kes birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexwşexanê.(ÎLKHA)