Di raporta ku li gor dîmenên stalaytê hatine amadekirin de hat diyarkirin li Tirkistana Rojhilat 8 hezar û 500 camî bi temametî hatine xerakirin û 16 hezar camî qismen hatine xerakirin.
Di raportê de her wisa hat diyarkirin; birêveberîya Komunist a Çînê li herêmê ji sedî 30ê turbe, ziyaret, goristan û mekanên dînî ji holê rakiriye û hinek mizgeftan jî wek cafe, bar û destav guherandiye.
Wezareta Karên Derve yê Çînê raporta ku hat weşandin tekzîb kir û îddîa kir ku li herêmê 24 hezar camî hene.
Heman sazî berî niha jî raportek amade kiribû û di raporta ku hatibû amadekirin de hatibû diyarkirin; birêveberîya Komunist a Çînê ji sala 2017an vir ve li herêmê bi sedan kampên berhevkirinê saz kiriye û di van kampan de 3 milyon Mislimanên Uygur yên asîmîlekirin.(ÎLKHA)