Mesrûr Barzanî: Ez dixwazim temamê xeyalên gelê me pêk werin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di salvegera 3yemîn a referandûma serxwebûna Kurdistanê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 25.09.2020 16:40:20 / Güncelleme: 25.09.2020 16:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Ez dixwazim temamê xeyalên gelên me û mafên wan ên meşrû bi rêyên medenî û aştîyane pêk werin.”

Barzanî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, îro salvegera referandûmeke pir bi rûmet e û dû re wiha li peyama xwe zêde kir: “Ev roja ku salvegera hatina hesta azadîyê ya gelê me ye her bijî.”

Di referandûma serxwebûna Kurdistanê ya ku berî vê 3 salan di 25ê Îlonê de hatibû kirin ji sedî 93.72yê gel dengê erê dabû.(ÎLKHA)