Fraksiyona PDKê: “Referandûm rojeke niştimanî bi nirx û serbilindiyeke mezin e”

Frakisyona PDKê ya Parlamentoya Kurdistanê ji ber minasebeta salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê beyannameyek belav kir.

Ekleme: 25.09.2020 12:15:07 / Güncelleme: 25.09.2020 12:15:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Referandûma serxwebûnê rojeke niştimanî ya bi nirx û serbilindiyeke mezin e bo hemû ew kesên ku gotine belê’”

Di beyannameya ku hat belavkirin de hat destnîşan kirin; ew di salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê de vê referandimû bi serbilindî bi bîr tînin  û dû re wiha hat gotin: “ Bi serbilindî ve em referandûma serxwebûna Kurdistanê bibîrtînin, ku xaleke werçerxana giring bû di dîroka tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de.Referandûma serxwebûna Kurdistanê ku roja 25.09.2017ê pêkhat, rojeke niştimanî ya bi nirx û serbilindiyeke mezine bo hemû ew kesên ku gotine ‘’Belê’’ û deng bo serkeftina wê dane.Salvegera referandûmê de em soz ji Serok Barzanî re didin ku heta em bimînin êm dê Pêşmergeyê vê rêyê bin ku wî bo gelê xwe helbijartiye, berxwedêrî û biwefabûna wî ya ji bo gelê xwe denge azadîxwaziya kurdan gehande guhê civaka navnetewî, yar û neyarên gelê Kurdistanê.Em wek fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê herdemekî serbilindin bi destkeftên mezin ên gelê xwe û bi rêbertiya birêz Serok Barzanî û bi pêşengiya PDKê ya netewî perweriyê ve em xebatê bo bidest xistina wan armancan dikin.Silav bo hemû wan kesên ku beşdarbûn di serkeftina referandûma serxwebûna Kurdistanê de, ruhê şehîdên karwanê rizgarî û serxwebûna Kurdistanê şad be.”(ÎLKHA)