Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Yekîtîya Ewrûpa rewşa Iraqê guftûgo kirin

Nêçîrvan Barzanîyê Serokê Herêma Kurdistanê, pêşwazîya Martin Huth Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Iraqê kir.

Ekleme: 24.09.2020 17:05:15 / Güncelleme: 24.09.2020 17:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê de ku Nûnerê Yekîtiya Ewrûpa li Herêma Kurdistanê amade bû, hengavên li Iraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo rûbirûbûna pejika virusa Korona û encamên wê yên bi taybetî li warê aboriyê da, metirsiyên “terorê” û tevgerên Da’îş, proseya siyasî û erkê Hikûmeta nû ya Iraqê û hilbijartina pêşwext ya paşeroja welat, hatin nirxandin.

Pêşhatên dawî yên guftûgoya çareserkirina kêşeyên Herêma Kurdistanê li gel Hikûmeta Federaliya Iraqê, mijareke dinê civînê bû. Di civînê de Nêçîrvan Barzanî dûpat kir: “Kêşeyên Hewlêr – Bexda bi tenê babeta mûçe û budce nîne û aramiya Iraqê û çareserkirina kêşeyên Hewlêr – Bexda du babetên pêkve girêdayî ne. ji bo çareserkirina kêşeyên wan Yekîtiya Ewrûpa û civaka navdewletî jî dikarin hevkariya Iraqê bikin.”

Di civînê de her du alî piştgîriya xwe ji bo hilbijartina pêşwext ya Iraqê derbirîn û derbarê çend mijarên wekî peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên cîran, rola Yekîtiya Ewrûpa û Neteweyên Yekgirtî li Iraqê û derfeta veberhênan û sermayeguzariya Ewrûpî li Iraq û Herêma Kurdistanê de danustandina bîr û ramanan kirin.(ÎLKHA)