Îro Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê erebkirina erd û zevîyên Kerkukê yên Kurdan de peyamek belav kir û destnîşan kir ku ew ê erebkirina Kerkukê qebûl nekin.
Piştî vê peyama Mesrûr Barzanî, Wezareta Edaletê yê Iraqê daxuyanîyek belav kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Wezareta Iraqê ve hatiye belavkirin, tevahiya girêbestên çandiniyê û zeviyan yên ku di dema Seddam Huseyîn de hatine tomarkirin hatine betalkirin.(ÎLKHA)