Mesûd Barzanî di civîna NYê de wek sembola aştîyê hat nîşandan

Serokê berê yê Herêma Kurdistanê di civîna taybet a 75emîn a salvegera damezrandina Neteweyên Yekbûyî de wek sembola aştîyê hat nîşandan.

Ekleme: 23.09.2020 10:40:06 / Güncelleme: 23.09.2020 10:40:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Doh ji ber minasebeta 75emîn salvegera damezrandina Neteweyên Yekbûyî bi rêya vîdeokonferans civîneke taybet hat tertîpkirin. Serokê hinek welatan rasterast û yên hinekan jî bi onlîne beşdarî civînê bûn.

Di civîna ku hat lidarxistin de vîdeoyek hat pêşkêşkirin û Mesûd Barzanîyê Serokê PDKê û Serokê berê yê Herêma Kurdistanê wek sembola aştîyê hat nîşandan.(ÎLKHA)