ENKS: “Hebûna PKKê ya li Rojava ji bo gelê me xetere ye”

Endamê Komîteya Pêwendîyên Derve yê ENKSê Îbrahîm Biro destnîşan kir, ew ê temamê hêzên biyanî ji Sûrîyê vekişin û divê PYD pêwendîyên xwe yên bi DGS û PKKê re qethî bike.

Ekleme: 21.09.2020 13:45:28 / Güncelleme: 21.09.2020 13:45:28 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Îbrahîm Biroyê Endamê Komîteya Pêwendîyên Derve yê ENKSê di bernameyeke televîzyonê ya ku beşdarî bû de derheqê hevdîtina ku James Jeffrey bi ENKS Û PYNKê re  kir de nirxandinan kir.

Biro di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir di pêşîvanîya Mesûd Barzanî de di navbera ENKS û PYDê de peymaneke ku 3 maddeyan pêk dihat hat îmzekirin ku PYDê van maddeyan tetbîq nekir. Biro dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Berî vê demekê Serokê ENKSê Siûd Mela bi daxuyanîya ku belav kir daxwaz kiribû ku 5 mijarên sereke yên di navbera ENKS û PYNKê de bên îzahkirin. Ger ev mijarên muhîm neyên qethîkirin dê ev peyman berdewam neke.”

“PKK bi mayîna xwe ya li Rojava peyamê dide rejîma Sûrîyê,î Amerîka û Tirkîyê”

Biro di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir di nav mijarên bi nîqaş de mijarên problema PKKê, perwerdehî, leşkerîya mecbûrî, peymana civakî û problema girtîyan heye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Hebûna PKKê ya li Rojava ji bo gelê me xetere ye. PKK bi mayîna xwe ya li Rojava peyamê dide rejîma Sûrîyê,î Amerîka û Tirkîyê. Ew ê temamê hêzên biyanî ji Sûrîyê vekişin û divê PYD pêwendîyên xwe yên bi DGS û PKKê re qethî bike.”

Vegerîna Pêşmergeyên Roj

Biro di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê civaka navneteweyî peymana  ku dê bê kirin tesdîq bike û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Heta niha peyman di çarçoveya siyasî de dihat kirin, ev peyman bi heman awayî nêzî civaka navneteweyî û gelê Sûrîyê ye. Lê belê peymana derheqê pêvajoya sîyasî de qethî nebû.Divê Pêşmergeyên Roj vegerin axên xwe û di vî warî de peymaneke eseh bê kirin. Divê ev peyman ji teref hêzên navneteweyî û herêmî ve jî bê parastin. Ger ev yek bi vî awayî neyê kirin dê xetereyeke mezin pêk were.”(ÎLKHA)