Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 22 milyon û 835 hezarî

Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 22 milyon û 835 hezar û 563 kesî.

Ekleme: 21.09.2020 09:45:18 / Güncelleme: 21.09.2020 09:45:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Amerîkayê ye û ev hejmar  4 milyon û  250  hezar û  140  kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket 965 hezar û 97 kesî û hejmara kesên pêketî jî derket 31 milyon û 243  hezar û 24 kesan.(ÎLKHA)