Li nêzî Bodrumê tekneyek binav bû:2 kes canê xwe ji dest dan û 17 kes hatin rizgarkirin

Li nêzî navçeya Bodruma Muglayê tekneyeke ku koçberan vediguhast binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de yek jê pitik 2 kes canê xwe ji dest dan û 17 kes hatin rizgarkirin.

Ekleme: 19.09.2020 15:45:08 / Güncelleme: 19.09.2020 15:45:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Fermandarîya Ewlehîya Beravê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di 19ê Îlonê di seat 03.55an de di îxbara ku hat kirin de hat destnîşankirin tekneyeke koçberan binav bûye.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin; di encama binavbûna tekneyê de yek jê pitik 2 kes canê xwe ji dest dan û 17 kes hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)