Rejîma îşxalê ya siyonîstan doxtorekî Filistînî şehîd kir

Li Cenîna bakurê Şerîaya Rojava doxtorekî dinanan dema ku ji karê xwe vedigerîya ji teref siyonîstên îşxalker ve hat şehîdkirin.

Ekleme: 19.09.2020 11:05:16 / Güncelleme: 19.09.2020 11:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Dr. Nîdal Ekrem Cebbarî dema ku ji karê xwe vedigerîya  li herêma Bertaa el-Maqamê dema ku dikir ji xala lêgerînê derbas bibe leşkerên rejîma îşxalker a siyonîstan bombeya deng avêtinê ku Cebbarî ji ber vê yekê qeyrana qelb derbas kir û di cihê bûyerê de şehîd bû.(ÎLKHA)