Wezîrê Tenduristîyê: Şoba Covid-19 dîsa tesîra xwe zêde dike

Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê Fahrettîn Koca li Îzmîrê geşedanên dawî yên Coronavîrusê bi raya giştî re parve kir.

Ekleme: 18.09.2020 14:20:12 / Güncelleme: 18.09.2020 14:20:12 / Xeberen Kurdi / İzmir Haberleri
Destek için 

Wezîr Koca di daxuyanîya ku li Walîtîya Îzmîrê belav kir de destnîşan kir, Covid-19 li gorî berî mehekê li Îzmîrê ji sedî 42 zêde bû.

Koca di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir şob tesîra xwe zêde dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Em bûn şahid ku Covid-19 li gorî berî mehekê li Îzmîrê ji sedî 42 zêde bû.Di encama xebat û midaxeleyên ku hatin kirin rêjeya şobê di heftîyeke dawî de hat xistin ji sedî 10.”

Koca di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir, tevdîrên ku tên jibîrkiri me hemîyan diêşîne û dû re wiha li axavtina we zêde kir: “Li her bajara me ya ku lê li gorî maske û mesafê hereket nakin ev tablo tê dîtin. Ez cardin bang li temamê welatîyên me nexasim li Îzmîrîyan dikim ku li gorî tevdîran hereket bikin.”(ÎLKHA)