Otobus rêwîyan qulibî: 30 birîndar

Li Aksarayê otobuseke rêwîyan qulibî, di encama qezaya ku pêk hat de 30 kes birîndar bûn.

Ekleme: 18.09.2020 10:30:17 / Güncelleme: 18.09.2020 10:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser Rêbeja Aksaray-Edenê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin otobusa ku şofêra wê Mustafa B. bû ji ber sedemeke nediyar qeza kir.

Di encama qezaya ku pêk hat de 2 jê şofêr, yek jê muawîn tevde 30 kes birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.(ÎLKHA)