Li Bahreynê gel peymana îxanetê protesto kir

Piştî peymana îxanetê ya ku Bahreynê bi siyonîstên îşxalker re îmze kir re li Bahreynê gel daket kolanan peymana îxanetê protesto kirin.

Ekleme: 16.09.2020 11:09:29 / Güncelleme: 16.09.2020 11:09:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komaleya Neteweyî ya Wîfaq a ku li welêt rêxisitna muxalîf a herî bi hêz e li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û xelkê vexwand kolanan da ku peyamana îxanetê bê protestokirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin: “Digel zext, kuştin, heps û zindanan gelê Bahreynê diqêrîne ku asayîbûn îxanet e.”

Piştî banga ku hat kirin re xelk daket kolanan û  paçikên ku ala siyonîstên îşxalker temsîl dikin binpê kirin.(ÎLKHA)