Li cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket li ser 29 milyon û 445 hezarî

Coronavîrusa ku temamê cîhanê xistiye bin tesîra xwe her roj dibe sedema zêdetir însanî.

Ekleme: 15.09.2020 07:30:17 / Güncelleme: 15.09.2020 07:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

 Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  29 milyon û 445 hezar  û 688  kes bi vîrusê ketin û 932 hezar kes jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Meksîka, Brezîlya û Rûsya ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku lê  herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde ye  Amerîka ye. Heta îro li Amerîkayê bi 6 milyon û 749 hezar û 289 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)