Li Sûrîyê êrîşa çekdarî li Heyvasor a Tirkîyê hat kirin

Hat ragihandin li Sûrîyê êrîşa çekdarî li wesayîta aîdî Heyvasor a Tirkîyê hat kirin, di encama êrîşa çekdarî de kesek canê xwe ji dest da û kesek jî birîndar bû.

Ekleme: 14.09.2020 13:20:07 / Güncelleme: 14.09.2020 13:20:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li herêma di navbera Çobanbey-El Babê hat kirin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 3 wezîfedarên Heyvasor a Tirkîyê di wextên şeveqê dema ku diçûn li ser wezîfeya xwe li rasta êrîşa çekdarî ya kesên rûnixûmandî hatin.

Di encama êrîşê de personelek canê xwe ji dest da û personelek jî birîndar bû.

Serokê Giştî yê Heyvasor a Tirkîyê Kadrî Kinik êrîşa ku hat kirin şermezar kir.(ÎLKHA)