Wezîrê Tenduristîyê: “Li Stenbolê nexweşên ku rewşa wan giran e ji sedî 42 zêde bû"

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê destnîşan kir, di meheke dawî de ji ber Coronavîrusê li Stenbolê hejmara nexweşên ku rewşa wan giran e ji sedî 42 zêde bû.

Ekleme: 12.09.2020 13:05:13 / Güncelleme: 12.09.2020 13:05:13 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; di meha nîsanê de ji sedî 65ê kesên ku bi vîrusê diketin û ji sedî 54ê kesên ku ji ber vîrusê dimirin li Stenbolê bû û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Di meha nîsanê de ji sedî 72yê nexweşên me yên giran li Stenbolê bûn ku di nava meheke dawî de ev hejmara ji sedî 42 zêde bû. Em pêkve dikarin rîska ji bo Stenbolê ji holê rabikin.”(ÎLKHA)