Li Yunanistanê di kampa penaberan de şewat

Li Yunanistanê di kampa penaberan a ku lê zêdetirî 12 hezar penaber dijîyan de şewat derket.

Ekleme: 10.09.2020 11:35:14 / Güncelleme: 10.09.2020 11:35:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin şewat doh êvarî li Kampa Penaberan a Morîaya li Girava Mîdîllîyê derket. Tê diyarkirin piştî şewata doh êvarî vê şeveqê jî li 2 xalên cuda jî şewat derket.

Tê diyarkirin li kampa ku lê şewat derket zêdetirî 12 hezar penaber dijîyan ku ji ber şawetê penaber  konên xwe terk kirin û berê xwe dan nava bajêr.

Kampa ku lê şewat derket ji ber Coronavîrusê hatibû xistin karantînayê.(ÎLKHA)