Kamyon û mînîbus li hev qelibîn: Mirîyek 18 birîndar

Li navçeya Kahtaya Semsûrê kamyonek û mînîbuseke rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest dan û 18 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 09.09.2020 15:15:23 / Güncelleme: 09.09.2020 15:15:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li têketina gundê Xeştûrê pêk hat. Li gorî agahîyên ki hatine wergirtin mînîbusa ku ajokarê wê Bekir Ç. bû û kamyona ku ji hemer dihat ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn li hev qelibîn.

Tê diyarkirin di encama qezayê de ajokarê mînîbusê canê xwe ji dest da û 18 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)