Wezîrê Tenduristîyê Koca bi midûrên tenduristîyê yên 11 bajaran re civîn tertîp kir

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê yê Tirkîyê bi midûrên tenduristîyê yê 11 bajaran re civîya û zêdebûnên pêketîyên coronavîrusê nirxand.

Ekleme: 09.09.2020 10:05:20 / Güncelleme: 09.09.2020 10:05:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir “Me bi midûrê tenduristîyê yê 11 bajaran re civîn tertîp kir. Di hevdîtinên ku hatin kirin de sedema zêdebûnên pêketîyên Coronavîrusê, tedbîrên nû û pêdivîyên lazim nirxand.”(ÎLKHA)